Mesrûr Barzanî: Ev kargeh beşeke ji jêrxana abûriya herêmê

di nava vê kargehê de 6 kargehên din hene.
100%

Îro kargeheke mezin ya çê kirina kablo vekir.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeheke mezin ya çê kirina kablo û berhemên din yaku, 6 kargehên curbicur li xwe digire vekir.

Di merasîmê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, armanca hikûmeta herêma Kurdistanê bihêztir kirina jêrxana abûriya herêmê ye û ev kargeha han jî beşeke girîng ya jêrxana abûriya herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de ev yek eşkere kir ku, piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo kerta taybet û pêşde birina vêkerta han berdewam dibe û ev kargeha han jî mînakeke baş ya vê piştîvaniyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime fêde ji saman û çavkaniyên xwezayî wer bigirin û jîngeha welatê xwe biparêzin û tekez li ser baş bûna kiwalîtiya berhemên navxweyî yên Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.