Behsa têkiliyên Rûsyeyê yên li gel Kurdistan û Îraqê hate kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Rûsyeyê yên li gel Kurdistanê û Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de hate kirin.
Her du alî rixmî tekez kirin li ser girîngiya hilbijartinê, hêviya vê yekê xwestin ku, prosesa hilbijartinê di nava rewşeke aram de were meşandin û balkêşandine ser texmînên xwe yên derbarê encamên hilbijartin û prosesa siyasî li herêma Kurdistanê de.
Pêşhatên dawî yên şerê Ukrayna û Rûsyeyê, rewşa Rojhilata Navîn û bandorên vê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin