Serok Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya

di civînê de rewşa deverê jî hatiye nirxandin.
100%

Behsa amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.

Duhê li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyayê li Iraqê Îlbrus Kutraşev kir.

Baregeha Barzanî ragihand, Balyozê Rûsyayê aramî û aştiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  kir ji bo amadekariyên girêdana konferansa (Rola Rojhilatnasên Rûs di Nasandina Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de) bi hevkarî û hevahengiya di navbera nûneratiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiyê ya Rûsyayê de.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî di civînê de amade bû.

Her li vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî hatin guftûgokirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.