Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê birêz Elbrus Kotrashev.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê de, pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.
Me herwiha behsa amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û tekez li ser girîngiya meşandina prosesa hilbijartinê di nava rewşeke aram û dûr ji binpê kirinan kir.
Pêdivî bûna çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê mijareke din ya giftûgoya me bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin