Mesrûr Barzanî: Herkes dikare di nava PDK de xebata xwe bidomîne

dibêje PDK bo gelê Kurdistanê qurbaniyên gelek zêde daye.
100%

Li gel hijmareke zêde ji Pîşesaz û Kasibkaran re civiya.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî duhê di çarçoveya bangeşekirin û piştevanîkirina lîsta 190ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê de, bi pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re civiya.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re ragehand, “Hûn dikarin biryarder bin û biryarê li ser çawaniya desthilatdariya paşerojê ya Herêma Kurdistanê bidin. Rêya destnîşankirina desthilatdariyê dengdan e û hûn li ser sindoqên dengdanê biryarê didin ka kî li astê baweriya we ye.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Hemî alî dizanin dîroka PDKê çi ye û min rêz ji bo hemî aliyên siyasî jî heye. Ez dê hin rûdanana bînim bîra we ku dê bandor li ser wê yekê hebe ka hûn çawa biryarê didin, PDK her li roja yekê ku hatiye damezrandin ji bo xizmetkirina xelkê Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, kona  PDKê berfireh e û cihê hemî kes û aliyan di bin vê konê de heye. Her kesekê bawerî bi demokrasî, dadperwerî, seqamgirî û parastina kerameta axa Kurdistanê hebe, cihê wî dê li nav PDKê hebe.”

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, PDK bizaveke rizgarîxwaze û tevahiya Kurdistaniyan dikarin di nava refên PDK de xebata xwe bidomînin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.