Almanya Penaberên Tirkiyeyê vedigerîne

13 heezar û 500 welatiyên Tirkiyeyê têne vegerandin.
100%

Her hefte 500 Penaber vedigerîne Tirkiyeyê.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, di navbera Serokê Almanya û Serokkomarê Tirkiyeyê de rêkeftin hatiye kirin û li gor rêkeftinê, vê Almanya her hefte 500 welatiyên Tirk yên ku, daxwaza penaberiya wan li Almanyayê nehatiye qebûl kirin bişîne Tirkiyeyê.

Li hember de jî Tirkiye daxwaz ji Almanyayê kiriye ku, bo pêdana vîzeyê, karasanî bo welatiyên Tirk bike.

Hikûmeta Almanyayê ragihandiye ku, niha li Almanyayê 13 hezar û 500 welatiyên Tirk hene ku, biryare vegerandina wan bo Tirkiyeyê hatiye dayîn.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.