Di êrişeke Îsraîlê de li Libnanê herî kêm 23 sûriyeyî hatin kuştin

heta niha li Libnanê 103 welatiyên Sûrî hatine kuştin.
100%

Şaredarê bajarokê Yonîn Elî Qesas got di êrişa Îsraîlê ya li ser avahiyeke 3 qat a li bajarok de herî kêm 23 sûriyeyî hatine kuştin ku piraniya wan zarok in. Her wiha 8 jî birîndar bûne.

Li gor nûçeyeke anhayê Ji roja duşemê ve Îsraîl Libnanê bombebaran dike. Di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi deh hezaran kes û sûriyeyiyên piştî aloziya li welatê xwe ji bo kar koçberî Lubnanê bûne, koçber bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di bombebarana Îsraîlê ya ji 72 saetan ve 103 penaberên sûriyeyî hatine kuştin. Di nava wan de 32 zarok hene.

Penaberên sûriyeyî li Libnanê piştî destpêkirina êrişan di nava şert û mercên trajedîk de dijîn.

Bi destpêkirina koçberiyê ji başûrê Libnanê ber bi herêmên ewle ve, pêla bihabûna kirêyan û peydakirina pêdiviyên jiyanî dest pê kir.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.