Master plana Helebceyê kete meriyetê

îro li Helebceyê merasîmeke fermî hate organîzekirin.
100%

Îro bi fermana Serokwezîr dest bi cîhbicîh kirina vê master plane hatiye kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dema serdana xwe yabo Helebceyê, master plana vê bajarê qebûl kiribû û îro pêncşem bo 26ê Îlonê bi merasîmeke fermî li Helebceyê cîhbicîh kirina vê master planê hate ragihandin.

Her di vê çarçoveyê de jî parêzgarê Helehceyê Azad Tofiq ragihand ku, ev master plana han berhema serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Helebceyêye jiber ku, vê demê me nîqaş li gel kiribû û wî jî master plan qebûl kiribû û soza cîhbicîh kirina vê master planê dabû.

Di vê merasîma han de ku, wezîrê şaredarî û wezîrê awedankirinê jî têde beşdar bûn, hate gotin ku, bi sêya vê master plana han vê mezinbûna bajarê Helebceyê bi awayeke serdemiyane be, projeyên curbicur werin cîhbicîhkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.