Çavdirên navnetewî çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê dikin

roja 20ê cotmehê dengdan tê kirin.
100%

Komîsyon dibêje zêdetir ji 100 çavdêrên navnetewî çavdirêya hilbijartinan dikin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên parlementoya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, amadekariyên hilbijartina parlementoya Kurdistanê bi başî dimeşin û gelek çavdirên navnetewî jî xwe bo çavdêrî kirina vê prosesê amade kirine.

Komîsyonê diyar kiriye ku, 159 çavdirên navnetewî çavdêriya prosesa hilbijartinê dikin.

Weke tê zanîn duhê bi fermî prosesa propagende kirinê destpê kir û 20ê Cotmehê jî dengdan tê kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.