Serokwezîr û komîteya darayî ya parlementoya Îraqê civiyan

Serokwezîr dibêje lazime maf û şayîsteyên darayî yên herêmê bêyî kêşe werin şandin.
100%

Behsa çareser kirina kêşeyên heyî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serok û endamên komîteya darayî ya parlementoya Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li gel Serok û endamên komîteya darayî ya parlementoya federalî civiyan

Rixmî bixêr hatin kirina şanda mêwan, me balkêşande ser girîngiya serdana şanda federalî û hêviya vê yekê xwest ku, ev serdan bibe sedema zêdetir rûn kirina pirs û mijarên têkildarî maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê û çareser kirina kêşeyan.

Me ev yek dubare kir ku, herêma Kurdistanê pêbendî cîhbicîh kirina erkên xwe ye û daxwaza parastina mafên xwe dike weke çawe di nava destûrê de hatiye diyarkirin û lazime madeyên destûrê weke xwe bêyî ti kêmasiyek werin cîhbicîhkirin.

Di beşeke din ya civînê de me ev yek diyar kir ku, niyeteke paqêj, rêz girtin ji hev û du, liber çav girtina pergala federalî û pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê hebe, kêşeyên heyî bi asanî têne çareserkirin û me ev yek dubare kir ku, em dixwazên xwedan baştirîn têkilî bin li gel hikûmeta federalî û lazime tevahiya me kar bo xizmet kirina welatiyan bikin.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser vê yekê kir ku, nabe mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê weke karteke siyasî û zext lêkirinê werin bikaranîn lewre lazime bi awayeke dadmend nizîkatî li gel herêma Kurdistanê were kirin û weke her devereke din ya Îraqê, maf û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bêyî ti astengiyan werin şandin û li gor zagonên federalî jî lazime herêma Kurdistanê jî xwedan maf be bo damezrandina karmendên nû.

Di beşeke din ya civîna han de me anî ziman ku, jiber rawestandina henarde kirina petrol Kurdistanê, zêdetir ji 19 miliyar dolar zirar ber herêma Kurdistanê û bûdceya federalî ketiye lewre lazime bilez dest bi henarde kirina petrola Kurdistanê were kirin û hevdem kar li ser amadekirina zagona taybet ya petrol û gazê ya federalî jî were kirin.

Serokê komîteya darayî birêz Etwan Etwanî jî bi navê şanda federalî spasiya pêşwaziya gerim û hevahengiya baş ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kirk u, armanc ji hatina şanda komîteya darayî ewe daku, bi awayeke cidî û bingehîn kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê bi taybetî kêşeyên darayî werin çareserkirin, lewre bo vê yekê jî du roj civîn û hevdîtinên xwe li gel aliyên têkildar li herêma Kurdistanê didomînin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.