Di civînê de behsa rewş û guhertinên heyî hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Patrick Durrell kir.
Di civînê de ku, Konsulusê Franseyê yê li herêma Kurdistanê Jan Brim jî têde beşdar bû giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê de hate kirin û her du alî nîqaş li ser têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî kirin.
Her di vê civîna han de giftûgo derbarê girîngiya komcivîna abûrî ya taybet bi têkiliyên abûrî yên di navbera herêma Kurdistan û Franseyê de hate kirin ku, li Parîsê hatiye lidarxistin û tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan de hate kirin.
Nirxandina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû .
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin