Sala nû ya xwendinê li Kurdistanê destpê kir.
Îro 25ê Îlona 2024an Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bajarê Koyeyê kir û li debistaneke vê bajarê zingila sala nû ya xwendinê lê da û bi vê awayî prosesa xwendinê li Kurdistanê de destpê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotareke kurt jî pêşkêş kir û rixmî pîrozbayî kirin li Xwendekaran û Mamosteyan hevdem hêviya serkeftinê jî bo wan xwest.
Serokwezîr herwiha behsa cîhbicîh kirina çend projeyên xizmetgozariyê jî kir û ragihand ku, vê Teqteq jî bibe qeza û cadeya du bande ya Hewlêr û Koyeyê jî were cîhbicîhkirin ku, daxwazeke kevnar ya şêniyên vê bajarê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin