Konseya Helen Amerîka nameyek bo Kongrêsê dişîne

dibêje wan balefiran dijî Yûnanê bikar tîne.
100%

Dibêje F35an nedin Tirkiyeyê.

Konseya Helen Amerîka yaku, li Amerîkayê rola lobiya Yûnanî dilîze, nameyek bo Kongrêsa Amerîkayê şandiye.

Di nameya han de KHA ji Kongrêsê re gotiye ku, Tirkiye ku, endamê NATOyê ye, çekên ku, ji Amerîka û welatên din yên NATOyê werdigire, dijî endamên din yên NATOyê bikar tîne û eger Amerîka balefirên F35 bide Tirkiyeyê vê demê Tirkiye wan balefiran dijî Yûnanê û Başûrê Qibrisê jî bikar tîne, lewre lazime Amerîka bi ti awayî balefirên F35 nede Tirkiyeyê.

Ji aliyeke din ve duhê çapemeniya Amerîkî belav kiribû ku, Amerîka ji Tirkiyeyê re gotiye ku, eger daxwaza F35an dike bila sîstema berevaniya S400 ya Rûsî ji destê xwe derxe anjî radestî hêzên Amerîkî yên li Încirlîkê bike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.