Artêşa Îsraîlê hûşdarî da xelkê Libnanê

dibêje emê êrîş bikin û xwe ji hizbulahê dûr bixin.
100%

Dibêje ji deverê derkevin emê êrîş bikin.

Alozî û pevçûnên navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê derbasî asteke din ya metirsîdar bûne û êrîşên her du aliyan li dijî hev berdewamin.

Di vê çarçoveyê de îro duşem artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke fermî belav kiriye û têde hûşdarî daye xelkê Libnanê bi taybetî şêniyiên başûrê Libnanê.

Di daxuyaniya han de artêşa Îsraîlê ji şêniyên başûrê Libnanê re gotiye ku, bilez ji malên xwe derkevin û ji cîhên nêzî navendên hizbulahê dûr kevin jiber ku, emê êrîş bikin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.