Êrîşên berfire yên Îsraîlê bo ser Libnanê destpê kirin

400 sekoyên avêtina hajekan hatine jinavbirin.
100%

Gelek cîhên Başûrê Libnanê hatin bordimankirin.

Piştî êrîşa duhê ya Hizbulahê yabo ser Bakûrê Îsraîlê, artêşa Îsraîlê jî ji duhê ve dest bi êrîşên xwe yên berfire bo ser Libnanê kiriye.

Li gor çapemeniya Îsraîlî artêşa vê welatî ji duhê ve dest bi bordiman kirina çend cîhên girîng û steratejîk û navendên hizbulahê yên li Başûrê Libnanê kiriye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, artêşa Îsraîlê zêdetir ji 20 hezar leşkerên xwe li ser sînorên navbera Îsraîl û Libnanê xistiye amadebaşiyê û li benda fermana êrîş kirinêne.

Ji aliyê xwe ve her duhê bişev rayedarên Libnanê diyar kirine ku, di nava 30 deqîqeyan de Îsraîl 50 caran êrîşî ser Libnanê kiriye.

Rayedarên îsraîlî jî dibêjin ku, di encama êrîşên han de herî kêm 400 sekoyên avêtina hajekan yên hizbulahê hatine jinavbirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.