Dema pîwerdariya hêzên Almanî hate dirêj kirin

Îraq bi fermî daxwaz ji Almanyayê kiriye.
100%

Leşkerên Almanî heta 2 salên din li Îraq û Kurdistanê de dimînin.

Li gor çapemeniya Almanî, hikûmeta Almanyayê dema pîwerdariya hêzên xwe yên leşkerî yên li Îraq û Kurdistanê dirêj kiriye.

Hikûmeta Almanyayê ragihandiye ku, hêzên Almanî yên li Îraq û herêma Kurdistanê ku, erkê wan şêwirmendî û perwerde kirine, heta du salên din li Îraq û herêma Kurdistanê de dimînin.

Di daxuyaniya hikûmeta Almanyayê de hatiye eşkere kirin ku, Îraq bi fermî daxwaz ji Almanyayê kiriye daku, bo rûbirû bûna DIŞI û her cure teroreke din berdewam be li ser hevkarî kirina Îraqê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.