Navendeke çavdêriya leşkerî hate damezrandin

damezrandina vê navendê karînên leşkerî yên pêşmerge bihêztir dike.
100%

Li mihwera Giwêrê hatiye damezrandin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, duhê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl li gel hijmareke din ji rayedarên wezaretê serdana mihwera Giwêr ya hêzên pêşmerge kiriye û ji aliyê Fermandarê vê mihwerê Sîrwan Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin.

Her di çarçoveya vê serdana han de wezîrê pêşmerge navendeke çavdêriya leşkerî ya pêşkeftî ku, li vê mihwerê hatiye damezrandin vekiriye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.