Hijmara qurbaniyên teqînên Pageran zêde bû

balyozê Îranê jî di serê xwe de birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Rewşa 400 ji birîndaran dijware.

Li gor nûçeyeke beşê Farsî yê ajansa indipendetê, di encama teqînên li peyhev yên Pagerên di destê hizbulaha Libnanê de heta niha 11 kes hatine kuştin û 4 hezar û 400 kes jî birîndar bûne.

Ajansê diyar kiriye ku, rewşa 400 ji wan birîndaran gelek dijwar û metirsîdare û di nava birîndaran de çend zarokên berpirsên mezin yên hizbulahê û balyozê Îranê yê li Libnanê Mucteba Emanî jî heye.

Li gor ajansa irnaya Îranî Mucteba Emanî di serê xwe de birîndar bûye û birîna wî jî dijware.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.