Îsraîl bo êrîş kirine ser Libnanê xwe amade dike

Netanyahu dibêje vê derbeke gelek dijwar bidin Hûsiyên Yemenê.
کوردستان TV
100%

Duhê jî Serokwezîrê Îsraîlê gotibû emê dest bi şereke mezin bikin.

Piştî gotara duhê ya Serokwezîrê Îsraîlê ya derbarê amadekariyên şereke mezin dijî hizbulaha Libnanê, Fermandariya lîwaya Bakûr ya artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kiriye.

Li gor daxuyaniya han yaku, ji aliyê radiyoa Îsraîlê ve hatiye xwendin, artêşa Îsraîlê xwe amade dike daku, li Bakûrê welat li gel Libnanê navçeyeke tampûn ava bike lewre artêş bo destpê kirina operasiyoneke mezin bo ava kirina kirîdoreke ewle li Başûrê Libnanê xwe amade dike û di demeke nêz de ev kirîdora han tê avakirin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îsraîlê derbarê êrîşa duhê ya hûsiyan bo ser Îsraîlê gef li hûsiyan kir û ragihand ku, bila ev kesên ku, dixwazin zirarê bidin Îsraîlê xwe amade bikin jiber ku, vê Îsraîl bi dijwarî li wan bide.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.