Balefirên Îraqî êrîşî ser wan kirine.
Li gor daxuyaniyeka artêşa Îraqê, hêzên asmanî yên vê welatî li Selahedîn û Diyalayê sê car êrîşî ser pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê kirine.
Artêşa Îraqê diyar kiriye ku, di encama wan êrîşan de çend pêgeh û çeperên terorîstên DIŞIê li wan deveran hatine wêrankirin.
Artêşa Îraqê belav kiriye ku, êrîşa han li ser esasê zaniyariyên bawermend li dor hebûna terorîstên DIŞIê di nava sê goşeya navbera Kifirî, Dûxzormatû û Diyalayê de pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin