Brîtanya note da Îranê

Amerîka jî li ser vê mijarê huşdariyeke dijwar daye Îranê.
کوردستان TV
100%

Îran hajekên balistîkî ji Rûsyeyê re şandiye.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Brîtanî îro pêncşem 12ê Îlonê wezareta derve ya Brîtanyayê li ser mijara şandina hajekên balistîkî ji Îranê bo Rûsyeyê, balyozê Îranê yê li Londonê Elî Metînfer bo wezareta derve hatiye gazîkirin.

Wezareta derve ya Brîtanyayê dilgiraniya xwe li hember şandina hajekan bo Rûsyeyê diyar kiriye û nota daye Îranê ku, berdewamiya şandina hajekan bo Rûsyeyê vê encamên gelek nebaş bo Îranê bi xwe re bîne.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihandibû ku, belge di destê me de hene ku, Îran hajekên balistîkî bo Rûsyeyê dişîne û ev yek jî gaveke metirsîdare û encamên nebaş bi xwe re tîne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.