Serokkomarê Îranê îro danê sibê gehêşti bû Hewlêrê.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, îro seat 8ê sibê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî bihên vedaneke kurt li balefirxaneya Hewlêrê, Serokê herêmê û Serokkomarê Îranê derbasî Serokatiya herêma Kurdistanê bûn û piştî çend kêliyan jî civîna berfire ya rayedarên herêma Kurdistanê li gel Serokkomarê Îranê destpê kir.
Di civînê de rixmî Serokê herêmê, hevdem Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hijmareke zêde ji wezîrên hikûmetê jî beşdarin.
Biryare di civînê de nîqaş li ser têkiliyên du alî di navbera Kurdistan û Îranê de were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin