Serokwezîr Serokatiya civîneke taybet bi perwerdehiyê kir

bernameya navxweyî ya vê komîteyê hatiye pejrandin.
کوردستان TV
100%

Behsa kar û çalakiyên komîteyeke taybetî hatiye kirin.

Bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî komîteya bawerîdayîn bi dezgehên perwerdehiyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me gerînendetiya yekem civîna borda Emîndariya komîteya bawerîdayîn bi dezgeh û bernameyên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê de kir.

Di civînê de amanc, peyam, nêrîn, bernameya navxwe, pêkhate, kar û desthilatên vê komîteyê hate pejrandin.

Komîteya bawerîpêdanê bi dezgeh û programên perwerde û xwendina bilind li herêma Kurdistanê, bi armanca pêşxistin, bilind kirina asta kiwalîtiya zanistî ya navendên xwendinê, zanîgehên kerta taybet û giştî, bi piştîvanî û piştgîriya hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî her du wezaretên xwendina bilind û lêkolînên zanistî û wezareta perwerde hatiye damezrandin.

 

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.