Serokwezîr li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya

tekez li ser domandina pitşîvanî kirina hêzên pêşmerge hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê berevanî yê Brtîanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê birêz Edward Algren kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz Andrew Beasley jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û deverê û pêşde birina hevkarî û hevahengiya ewlekarî û leşkerî di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê û pêşkeftinên prosesa reformên nava wezareta pêşmerge kir.

Li ser girîngiya berdewam bûna piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna gefên terorîstên DIŞIê hemfikir bûn.

Me herwiha nîqaş derbarê pêşeroja erkê hêzên hevpeymanan li Îraq û herêma Kurdistanê kir û tekez li ser pêdivî bûna domandina piştgîrî kirina hêzên pêşmerge bo parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.