Serokê herêmê li gel şandeke Brîtanî civiya

behsa pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatiye kirin.
کوردستان TV
100%


Behsa metirsiyên DIŞIê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê bo karûnarên Rojhilata Navîn Edward Elgren kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên rûbirû bûna teror û DIŞI li Îraq û Sûriyeyê hate kirin û her du alî li ser vê yekê ku, hîn jî DIŞI metirsiyeke mezine bo ser aramiya deverê hemfikir bûn.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hevbarkî û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi piştîvaniya hevpeymaniya navnetewî ya dijî DIŞIê bo rûbirû bûna terorîstan kir û balkêşandine ser pîwerdariya hevpeymanan di pêşerojê de li Îraq û Sûriyeyê.

Hevkarî û têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û girîngiya parastina aramiya deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.