Di civîna konseya Komkara Erebî de hatiye protesto kirin.
Piştî 13 salan cara ewil Tirkiye bo beşdarî kirin di civîna wezîrên derve yên welatên endam di nava Komkara Erebî de hatibû vexwandin û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan çûbû Qahêreyê.
Duhê di civînê de dema daxwaz ji Hakan Fîdan hate kirin gotarek pêşkêş bike, şanda Sûrî bi mebesta protesto kirina Tirkiyeyê ji civînê derket.
Beriya destpê kirina civînê jî wezîrê derve yê Sûriyeyê Mêqdad Feyisel ragihandibû ku, eger Tirkiye dixwaze têkiliyan normal bike bila beriya her tiştekî hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin