Mesrûr Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşa xelkê Kurdistanê bû

beriya 63 salan di 11ê Îlonê de destpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Di salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê de peyamek belav kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di salvegera şoreşa Îlonê de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Îro 63 sal bi ser destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê re derbas dibe ku, şoreşeke nîştimanî, seraserî û piralî ya Kurdistanê bû bi Serkirdatiya Rêberê nîştimanî yê me Barzaniyê Nemir.

Bîranîna şoreşa Îlonê, bîranîna qonaxeke geş ya xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ye bo mafên reva û dev bernedan ji berevanî kirina ax û xelkê Kurdistanê.

Buhayên bilind yên şoreşa Îlonê yên bo sepandina dadmendiyê, yekrêzî, yekgirtîbûn û rawestan li hember stem û zordariyê, hertim îlhamin bo kar kirina me ya bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê û parastina destkeftiyên nîştimanî.

Di salvegera şoreşa Îlonê de bi rêzdarî ve xebat, têkoşîn û qurbanîdana tevahiya Pêşmerge û Têkoşerên beşdar yên di şoreşê de ji tevahiya çîn û pêkhateyên cuda yên gelê Kurdistanê bi bîr tînin.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Îlonê û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

11ê Îlona 2024

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.