Balyoza Kanadayê xatir ji Serokwezîr xwest

Kanada dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyoza Kanadayê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza Kanadayê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyoza Kanadayê li Îraqê birêz Kathy Bunka kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya balyoz kir ku, di dema pîwerdariya xwe de kar bo pêşde birina têkiliyên du alî kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyoza Kanadayê xwesteka welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî de diyar kir û ragihand ku, payîza îsal vê şandeke kompaniyiên çandiniyê yên Kanadayî serdana herêma Kurdistanê dike.

Me  herwiha behsa rewşa têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir û balkêşande ser giftûgoyên du rojên derbasbûyî yên her du civatên abûrî yên federalî û herêmê li Hewlêrê.

Li ser girîngî û berdewamiya giftûgoyên rûn û avaker di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser esasê rêz girtin ji destûr û pêgeha federalî ya herêma Kurdistanê hem fikir bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.