Rûsye dibêje bi 144 dronan êrîşî ser me hatiye kirin.
Şerê navbera Rûsye û Ukraynayê didome û di vê çarçoveyê de rayedarekî Moskowaya paytexta Rûsyeyê Andrew Vorobyov îro sêşem ragihand ku, şeva derbasbûyî, artêşa Ukraynayê êrîşeke berfire ya asmanî bo ser hin deverên Rûsyeyê pêk aniye.
Andrew Vorobyov eşkere kiriye ku, Ukrayna bi 144 dronan êrîş kiriye û beşeke zêde ji wan dronan ji aliyê sîstema berevanî ya Rûsyeyê ve hatine xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin