Di encama bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest daye.
Li gel amadekariyên suneyan li parêzgeha Enbarê bo ragihandina herêmeke federalî bo suneyan, duhê bişev di bûyereke hatûçûyê de Alîkarekî Waliyê Enbarê bi navê Sefa Rîşawî li gel du endamên civata parêzgehê û ajovanekî ku li gel wan bûye canê xwe ji dest dane.
Bûyer duhê bişev li ser rêya navbera Kerkûk û Selahedînê qewmiye û tirimbîla wan li gel tankereke veguhastina çementoyê lihev dane.
Ev di demekê deye ku, biryare 15ê vê mehê Sune li Enbarê kongreyeke mezin bo ragihandina herêmeke federalî taybet bi Suneyan organîze bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin