Amerîka jî êrîşeke dijwar biriye ser bajarê Eb.
Li gor çapemeniya çekdarên Hûsî, Peyvdarê Hûsiyan Yehiya Serî ragihandiye ku, duhê bişev hêzên wan li navçeya Marib droneke pêşkeftî ya Amerîkî ji cureya MQ-9 xistine erdê.
Piştî vê bûyerê Amerîka jî weke bersifdana xistina drone xwe, li gel hevparên xwe bi awayeke dijwar navçeya Eb ya li Yemenê ku, di destê çekdarên Hûsî deye bordiman kiriye lê heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin