Mesrûr Barzanî: Lazime jêrxana zanistî were bihêztir kirin

dibêje civaka me civakeke zengîne.
کوردستان TV
100%

Îro zanîngeha Brîtanî ya li Hewlêrê vekir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmeke fermî zanîngeha navnetewî ya Brîtanî yaku, şaxeke zanîngeha Londonê ye vekir û di merasîmê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr di destpêka gotara xwe de rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina vê zanîngeha han, hevdem diyar kir ku, vekirina zanîngeha navnetewî ya Brîtanî li Hewlêrê nîşaneya girîngîdane bi zanist û pêşkeftina asta zanistî li herêma Kurdistanê û kabîneya 9an jî di vê warî de gelek hewl daye û li ser hewlên xwe yên bo pêşde birina jêrxana zanistî ya herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, civaka me civakeke zengîne, lazime sermayegozarî bo ciwanan û pêşkeftina ciwanan were kirin û ciwan werin pêgehandin daku, bikaribin bi awayeke ektîf di prosesa avedan kirina pêşerojê de rola xwe bilîzin û di vê warê de vê rola zanîngeha navnetewî ya Brîtanî ya li Hewlêrê bo pêgehandina ciwanan û pêşde birina asta zanistiya ciwanan roleke gelek girînd dibe.

Serokwezîr herwiha tekez li ser piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo vê zanîngeha han kir û jiber vebûna vê zanîngehê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Xwendekarên Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.