Amerîka: Em ji Îraqê venakêşin

Pentagon dibêje ti rêkeftin li gel Îraqê nehatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya cîhanî qala rêkeftina Îraq û Amerîkayê kiribû.

Piştî belavbûna nûçeyek ji aliyê çapemeniya cîhanî ve ku, qala lihev kirina Îraq û Amerîkayê bo vekêşîna hêzên hevpeymanan li Îraqê kiribû, wezareta berevanî ya Amerîkayê daxuyanî da.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, raste danûstandin bo vekêşîna hêzên hevpeymanan di navbera Îraq û Amerîkayê de heye lê heta niha li ser dema vekêşînê û çawetiya vekêşînê ti rêkeftin nehatiye kirin û Amerîka naxwaze ji Îraqê vekêşe.

Çapemeniya cîhanî duhê belav kiribû ku, qaşo Îraq û Amerîka lihev kirine ku, di du merheleyan de heta sala 2026an tevahiya hêzên Amerîkî ji Îraqê vekêşin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.