Mesrûr Barzanî: Kurdistan nîştimana tevahiya pêkhateyane

dibêje tevahiya maf û azadiyên pêkhateyan têne gerentîkirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr di sempoziyoma Suriyaniyan de gotarek pêşkêş kir.

Îro bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem sempoziyoma Suriyaniyan li Hewlêrê bi navê sempoziyoma Suriyaniyan li nîştiman destpê kir.

Di sempoziyoma han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, kêfxweşe ku, yekem sempoziyoma Suriyaniyan li Hewlêrê hatiye lidarxistin û bo xwe jî têde beşdare û spasiya organîzatorên vê semppoziyoma han kir.

Serokwezîrê di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, Hewlêr paytexta bihevre jiyana aştiyane ya ol û çandên curbicure û Kurdistan jî nîştimaniya netewe û pêkhateyên curbicure, Kurdistan cudatiyên han qebûl kiriye û weke dewlemenî li wan dinêre û ev xaleke girîng ya çanda gelê Kurdistanê ye û em berdewam dibin li ser bihêztir kirin û parastina çanda han.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, pêkhateyên li Kurdistanê xwedan roleke ektîf û girîngin di nava qada siyasî û civakî de, lewre di çarçoveya parastina maf û azadiyên pêkhateyan de me pêşiya gelek dek û dolabên dijî pêkhateyan girtiye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, ji aliyê hin hêzên navxwe û dezgehên federalî ve hewl bo binpê kirina maf û azadiyên pêkhateyan hate dayîn lê me rê neda ev yek serkeftî be û di gera nû ya parlementoya Kurdistanê de vê tevahiya maf û azadiyên pêkhateyan werin gerentîkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.