Zaniyariyên 20 bankayên Îranî hatine dizîn

rejîma Îranê ji êrîşên din ditirse.
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî databeisa bankaya navendî hatibû hackkirin.

Rojnameya Politico li ser zarê rayedarekî Îranî ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike, belav kir ku, di encama êrîşa dîcîtalî ya hefteya derbasbûyî ya bo ser databeisa bankaya navendî ya Îranê zirar ber 20 bankên mezin yên Îranê gehêştiye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de zaniyariyên taybet bi karmend û xelkê yên di nava wan bankayan de hatine dizîn.

Politico belav kiriye ku, heta niha rayedarên rejîma Îranê li hember vê bûyerê bedeng mane û tirsa wan heye ku, careke din êrîşên berfire li ser dezgehên fermî yên rejîmê were kirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.