Aloziyeke nû dikeve navbera Îran û Rûsyeyê

Iran dibêje vê yekê bi ti awayî qebûl nake.
کوردستان TV
100%

Îran li dijî kirîdora Zenge Zorê radiweste.

Hewldanên Tirkiye û Azerbayicanê bo ava  kirina kirîdorek bi navê kirîdora Zenge Zorê ya li ser sînorên navbera Îran û Ermenistanê hewlên xwe didomînin û Rûsye jî piştîvaniya xwe bo wan hewldan ragihand.

Duhê Serokê Rûsyeyê diyar kiriye ku, welatê wî piştîvaniya hewlên Azerbayicanê bo ava kirina kirîdora Zenge Zorê dike.

Li hember de jî wezareta derve ya Îranê dilgiraniya xwe ya li hember vê helwesta Serokê Rûsyeyê diyar kiriye û ragihandiye ku, Îran ti guhertinek li ser sînorên xwe yên li gel Ermenistanê qebûl nake.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.