Şanda Hudapar serdana Serok Barzanî kir

behsa rewşa gelê Kurd hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa kêşeya Kurd û çareser kirina vê kêşeyê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hudapar ya bi Serokayetiya Serokê giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan, her wiha ronahî xistin li ser xebata sivîl ya ji bo xizmetkirina gelên Tirkiye û peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Hudapar û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Her di vê hevdîtinê de Serokê giştî yê Hudapar rêzdariya xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li pêşxistina doza gelê Kurd de diyar kir û kêfxweşiya xwe jî ji bo hebûna hemahengî û peywendiya di navbera Hudapar û Partiya Demokrata Kurdistanê xisterû.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka xebata gelê Kurdistanê, wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku baştirîn rêya çareseriya pirsa Kurdistanê, awayê hevtêgihiştin û hevdû qebûlkirin û diyalog û çareseriya aştiyane ye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.