Kurdistan û Tirkiye têkiliyên abûrî yên du alî berfiretir dikin

behsa têkiliyên abûrî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Tirkiyeyê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê birêz Anil Bura Înan kir.

Me pîrozbayiya destbikar bûnê li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Me tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên du alî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kir.

Mijareke din ya civîna me teybet bû bi projeya steratejîkî ya rêya geşepêdanê ku, welatên Kendavê bi rêya Îraqê bi Tirkiye û Ewrûpayê ve girê dide. Li ser pêwîstiya beşdarbûna herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên Îraqê di vê projeya girîng de hemfikir bûn.

Di beşeke din ya giftûgoya me de, me balkêşande ser kuştina torîstekî xelkê Dihukê li Îstenbûlê û rixmî diyar kirina dilgiraniya xwe li hember vê tavana han û pêşkêş kirina hevxemiyê bo malbeta qurbaniyê, Balyozê Tirkiyeyê ev yek dubare kir ku, Tawanbar hatine girtin û rêkarên qanûnî jî hatine stendin.

Li ser nehêştina her cure kêşe û astengiyekê bo torîstên herêma Kurdistanê dema serdana Tirkiyeyê dikin hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.