Hijmareke Karsazên Kurd hatin xelat kirin

dibêje Kurdistan zêdetir tê pêşxistin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Karsazên Kurdistanê xelat dike.

Îro li Hewlêrê merasîmeke fermî bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo xelat kirin û rêzgirtin ji hijmareke Karsazên Kurd hate organîzekirin.

Di merasîmê de Serokwezîr raste rast xelat da wan Karsazên ku, projeyên curbicur li Kurdistanê bicîh kirine û spasiya wan kir û ragihand piştîvaniya we bûye sedema pêşkeftina Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, bi piştîvaniya Karsazan û xelkê Kurdistanê vê welat zêdetir pêşbikeve.

Serokwezîr ragihand ku, rixmî kêşe û qirîzan bi taybetî qirîza darayî, lê li Kurdistanê jiber dilsoziya Karsazên Kurd projeyên hêlbirên nehatine rawestandin belku, zêdetir bûne û ev yek jî cîhê dilxweşiyê ye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.