Îro di merasîma ragihandina steratejiya rûbirû bûna gendeliyê de gotareke kurt pêşkêş kir.
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmek bo ragihandina steratejiya rûbirû bûna gendeliyê û ragihandina yekem raporta komîteya destpakiyê hate organîzekirin.
Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, kabîneya 9an û hikûmeta herêma Kurdistanê biher awayî li dijî gendeliyê diwestin û bo vê yekê jî rêkarên gelek baş hatine stendin.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, şefafiyet û nehêştina gendeliyê yek ji armancên sereke yên mene, û em bi her awayî hewl didin pêşiya çarçûr kirina samanên giştî bigirin, lewre bo dabîn kirina şefafiyet, nehêştina gendeliyê û parastina samanên giştî gelek rêkarên baş xistine meriyetê.
Serokwezîr di beşeke din ji gotara xwe de tekez li ser vê yekê kir xwedan îradeyeke gelek bihêzên bo rûbirû bûna gendeliyê û dabîn kirina şefafiyetê û di vê çarçoveyê de jî me di salên derbasbûyî de lêpirsîn li gel çend kesan kiriye ku, gendelî kirine.
Mesrûr Barzanî derbarê şerê dijî gendeliyê de diyar kir ku, şerê dijî gendeliyê tenê ne erkê hikûmet anjî dadgehê ye belku, erkê tevahiya şêniyane û lazime şênî jî di vê warî de hevkarî bikin.
Barzanî di dawiya gotara xwe de got: Ez welatiyên Kurdistanê piştrast dikim ku, rixmî hebûna kêşe û qirîzan li berdewam dibin li ser reforman û şerê dijî gendeliyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin