Sîstemeke hajekî ya hûsiyan hate jinav birin

hûsî jî êrîşî ser du keştiyan kirine.
کوردستان TV
100%

Amerîka êrîşên xwe yên bo ser hûsiyan didomîne.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî CENTCOM daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniyê de qala berdewamiya êrîşên Amerîkayê yên li dijî hûsiyan hatiye kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di nava 24 seatên derbasbûyî de hêzên Amerîkî çend caran êrîşî ser çekdarên hûsî kirine û karîne sîstemeke hajekî ya hûsiyan ji nav bibin.

Ev êrîşa han piştî vê yekê hatiye kirin ku, çekdarên hûsî jî diyar kiribûn ku, êrîşî ser du keştiyan li deryaya sor kirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.