Serokwezîr li gel şandeke Brîtanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya Komîsarê Şahê Brîtanyayê bo karûbarên bazirganî li Rojhilata Naverast û Pakistanê birêz Oliver Christian kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz Andrew Beasley jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê de kir bi taybetî bi warên bazirganî û hêlbirînê de.
Me spasiya piştîvanî û hevkariyên berdewam yên Şahnişîna Yekgirtî bo herêma Kurdistanê kir û tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên du alî di tevahiya waran de kir.
Komîsarê Şahê Brîtanyayê bo karûbarên bazirganî balkêşande ser girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê û got derfeteke gelek zêde heye bo pêşde birina têkiliyên du alî.
Piştî civînê me bihevre çavdêrî û serpereştiya îmze kirina rêkeftinek di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de bo pêşde birina bazirganî û diyar kirina ew warên ku, bo kar kirina hevbeş li ser wan û pêşxistin û geşe pêdanê weke çandinî, tendirostî, pêşde birina karînên însanî û teknolojî, kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin