Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Tirkiyeyê kir

behsa liv û tevgerên bazirganî di navbera her du aliyan de hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bura Înan kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraq û deverê de hate kirin û balyozê nû yê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe weke balyozê Tirkiyeyê li Îraqê bi Serok Barzanî ragihand û tekez li ser xwesteka welatê xwe bo berfiretir kirina têkiliyên li gel Îraq û herêma Kurdistanê kir bi taybetî di warê bazirganî, abûrî û hevahengiya navbera her du aliyan.

Her di heman civînê de Înan bi awayeke berfire behsa kuştina welatiyekî herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê kir û rixmî pêşkêş kirina sersaxî hevdem hevxwemiya xwe bo Serok Barzanî û kesûkarên wî welatî kir û tekez li ser vê yekê kir ku, aliyên têkildar yên Tirkiyeyê lêkolîn li ser vê bûyerê kirine û rêkarên qanûnî jî li hember tavahiya tawanbaran hatine stendin û vê werin cezakirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Tirkiyeyê li Îraqê xwest û tekez li ser pêşde birina têkilî û hevahengiya navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.