Li Kongo 129 kes hatin kuştin

di navbera girtî û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmiye.
کوردستان TV
100%

Hinek kes xwestine ji girtîgehê birevin.

Li gor çapemeniya cîhanî îro danê sibê hinek girtî xwestine ji girtîgeha Makala ya li bajarê Kinşasa ya li welatê Kongoyê birevin.

Di navbera girtiyan û hêzên leşkerî de pevçûn qewmiye û di encama pevçûna han de herî kêm 129 kes hatine kuştin.

Çapemeniya cîhanî eşkere kiriye ku, di nava vê girtîgehê de ku, dikare hezar û 500 girtiyan rabigire zêdetir ji 12 hezar kes hene ku, beşeke zêde ji wan li bendêne werin darizandin.

Weke tê zanîn sala 2017an terîqeteke olî êrîşî ser vê girtîgehê kiribû û bi hezaran girtî ji vê girtîgehê reviya bûn.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.