Mûsevî Larî: Îtlaata Îranê rastî şikesteke mezin hat

dibêje çend êrîşên mezin pêk hatin lê îtlaat û hêzên ewlekarî nikarîn tiştek bikin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berê yê navxwe yê Îranê dibêje em rastî şikesteke gelek mezin hatin.

Wezîrê berê yê navxwe yê Îranê Mûsevî Larî di hevpeyvîneke xwe de ya li gel malpera Cemaran ya Îranî derbarê kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê peyviye.

Mûsevî Larî ragihandiye ku, kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê şikesteke gelek mezine bo Îtlaat, îtlaata spah û hêzên ewlekarî yên Îranê.

Larî eşkere kiriye ku, ne îtlaat, ne îtlaata spah û ne jî hêzên ewlekarî nikarîbûn teqmîna kuştina Heniye bikin û nikarîbûn rewşê jî kontrol bikin ji bilî vê jî êrîşî ser parlementoyê hate kirin, êrîşî ser rijeya hêzên leşkerî yên Îranê li Şîrazê hate kirin û hêzên îtlaat, îtlaata spah û hêzên ewlekarî nikarîbûn ne pêşiya wan êrîşan bigirin û ne jî texmîna wan êrîşan bikin, lewre ev bûyerên han nîşaneya şikesta mezin ya îtlaat, îtlaata spah, wezareta navxwe û hêzên ewlekarî ya Îranê ye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.