Ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatiye girtin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, di operasiyonekê de hêzên wan karîne berpirsekî DIŞIê ku, hevkariya girtiyên DIŞI yên ku, ji girtîgeha Reqayê reviyabûn kiriye, bigirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, hêzên Amerîkî bi hevahengiya ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), roja Yekşemê di operasyoneke hevbeş de, Xalid Ehmed El-Dendel girt.
Diyar kir jî, Dendel bi pêşkêşkirina “piştgiriyê ji çekdarên DIŞIê yên girtî” re tê tawanbarkirin, piştî ku ew ji navendeke binçavkirinê li Reqayê reviyabû.
CENTCOMê di daxuyaniyekê de diyar kiribû, roja 29ê Tebaxê, 5 çekdarên biyanî yên DIŞIê yên girtî (du Rûsî, 2 Efxanî û yekî Lîbyayî) ji navenda binçavkirinê ya li Reqayê reviyabûn. HSDê karîbû 2 ji wan girtiyên reviyayî bigire, lê heta niha 3 terorîstên reviyayî nehatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin