Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê dibêje em dikarin tevahiya kêşeyan çareser bikin.
Hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler eşkere kiriye ku, daxuyaniyên dawî yên Beşar Esed yên derbarê normal kirina têkiliyan gelek girîng û erênîne.
Yaşar Guler diyar kiriye ku, Tirkiye nirxandin û daxuyaniyên Beşar Esed dike û ev daxuyaniyên han bo Tirkiyeyê gelek girîngin û Tirkiye û Sûriye dikarin tevahiya kêşeyan bi diyalogê çareser bikin.
Weke tê zanîn beriya niha Serokê Sûriyeyê gotibû ku, lazime Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşe piştre dest bi hewldan bo normal kirina têkiliyan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin