Îran: Egerê her cure şerekê heye

dibêje şev gelek hesasin û gelek tişt bi şevan diqewmin.
کوردستان TV
100%

Fermandarê Îranî hûdarî daye rayedarên Îranî.

Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî di gotarekê de ku, pêşkêşî Fermandarên Îranî kiriye hûşdarî daye Fermandar û rayedarên Îranî.

Baqirî diyar kiriye ku, her çend Îran, Amerîka û Îsraîl nexwazin bikevin nava şerekê, lê rewşa deverê û pêşhatên li deverê gelek dijwar û alozên lewre eger heye her gav şereke dijwar û mezin destpê bike lewre lazime em hûşiyar bin.

Baqirî herwiha ji Fermandarên Îranî re gotiye şev gelek hesase jiber ku, bi şevan gelek tişt diqewmin lewre lazime em şev jî çav vekirî bin û xwe bi tiştên din ve mişxûl nekin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.