Serok Barzanî li gel Konsulusê giştî yê Almanyayê kir

Konsulusê nû yê Almanyayê dest bi kar dibe.
کوردستان TV
100%

Konsulusê nû yê Almanyayê bi Serok Barzanî danasîn.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Almanyayê li herêma Kurdistanê Klaus Streicher ku, bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû. Di civînê de Klaus Streicher, Konsulusê nû yê welatê xwe yê li herêma Kurdistanê Albert von Wittck ji Serok Barzanî re danasîn.

Di berdweamiya civînê de Konsulusê giştî yê Almanyayê spasiya Serok Barzanî kir ku, di dema pîwerdariya wî de li Hewlêrê hertim piştîvaniya wî kiriye û rêzdariya xwe ya li hember mezûbanî û hemahengiya dezgehên herêmê û xelkê herêma Kurdistanê diyar kir.

Konsulusê Almanî herwiha balkêşande ser girîngiya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û welatê xwe û got lazime di pêşerojê de jî girîngiyeke zêdetir bi wan têkiliyan were dayîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî rixmî tekez kirin li ser girîngiya pêşde çûna hemahengî û berdewamiya têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê hevdem spasiya hewlên Konsulusê giştî yê Almanyayê kir û hêviya serkeftinê bo Konsulusê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê xwest.

Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo derbarê hilbijartinên 20 Cotmehê yên parlementoya Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî zaniyariyên pêwîst di vê derbarê de pêşkêş kir û tekez li ser vê yekê kir ku, lazime hilbijartineke azad, şefaf û demokratîk were kirin.

Gefên terorê li ser asta Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.