Çileya Îmam Husên jî bi dawî bû.
Komîteya pêşwazî kirin ji oldarên biyanî yên ku, bi rêya Hewlêrê serdana Kerbelayê kirine, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Hewlêr ji 8ê Tebaxê heta 26ê Tebaxê bi giştî pêşwaziya 61 hezar oldarên biyanî kiriye û heta niha 40 hezar ji wan oldaran bi rêya Hewlêrê vegeriyane.
Komîteyê diyar kiriye ku, 10 hezar û 500 oldarên biyanî jî ji welatên Tirkiye, Azerbayican û Gorcistanê hatine Hewlêrê û ji Hewlêrê çûne Kerbelayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin